ÈÏá ÝÞíÑ ÍÌí
28-12-2006, 06:00
Qewlê Silavêt Cara
Silav silavêt cara
Li mewlayê min û çendî xwendkara
Xwendkaro serê xwendkara
Hey qutbo serê mêrdara ...........
Silav her hebî
Li melik şêx sin û çendî nebî
Hey şêro qurtalê tebî ............
Silavêt xulêma
Li melik şêx sin û çendî qilêma
Ji nesrê te feslandibu silêma ..........
Silavêt milyaketa
Li Cibrayîl û çendî cumleta
Ew kire qubleta hemu mileta ..........
Silavêt pîra
Hey mewlayê min û çendî feqîra
Tuyî qutbê şêxan û pîra ...........
Hey qutbo te çêrr ji temam
Ji nîveka elîf u lam
Ji sîn te feslandibu temam ............
Hey qutbo te çêr ji heqîqe
Melik fexredîn yî kûre binyata wî ye emîqe
Zor şir’et lê di bûn xerîqe .............
Zora şir’et di xwende
Sedî wekî Bedir u Mende
Di behra melik Fexredîn da di bin hinda ..........
Zor mabûn rrencûle
Ew ji me’nîyan di bûn dûre
Ewan ne di zanî melik Fexredîn nûre eslê wî ji nûre ..........
Hey nûro te nûr ji esle
Te ji Adem vekiribû rresle
Te dabû ber Adem fesle ……….
Ya melik Fexredîn wextê te Adem li behiştê digêrra
Heke nav û ismê te heba vêrra
Adem şaş nedikir çêrra ………..
Ya melik Fexredîn te Adem înader ji behiştê
Heke nav û ismê te ne digehiştê
Hewa ne dibu ji piştê …………
Sed salî û berê
Te Adem ji behiştê îna derê
Gevizîbu li toz û gerrê
Heta gehişte wê hev surrê ...............
Adem sed salî li behiştê emrê xwe di perrat
Û gava ji behiştê derhat
Girî hêstir li ber çava weke ferat .................
Ya melik Fexredîn nebî Noh bi qewmê xweve maye rrencûle
Heke ji bate ne hatiba destûre
Li wan ne difewirî tenûre ................
Ya melik Fexredîn
Birahîm Xelîl bi te dikire gazî û haware
Heke nav û ismê te ne hatiba zare
Li wan sar ne dibû nare ..............
Ya melik Fexredîn
Nebî Simayil gazîyek bi terra di hişte
Heke nav û ismê te ne di gehişte
Roja qurbanyîyê nebî Simayîl wê bi kuşta ..............
Ya melik Fexredîn
Tu ne wekî kesne
Te dabû Usivê nebîya husne
Ne xwezka bi wî kesî bit damana li desne .............
Ya melik Fexredîn
Sêrkera sêrker û rraza
Te bi Mûsara hinartibû baza
Te şah mar di destê wî da kirbû wekaza ………..
Wekazê Mûsa ne ji dara
Te di destê Mûsada kire şeh mara
Sêra sêrdarêt Fer’ûnî di xware .............
Mûsa û Harûn ji ’esle
Te dabû Mûsa nesre
Fer’ûn pê di bû kesre …………
Fer’ûnî Mûsa li behrê asêkir
U kerema wê surrê ber pêkir
Ji ew paş behrê bor bi rêkir .............
Mûsa li misrê bi rrê bû
Fer’ûn li pê bû
Ewê rojê tavek li binê behrê bû .............
Qudreta paşayê minî ekber bû
Behir jêk ker bi ker bû
Mûsa hat bi qewmê xweve sereder bû
U Fer’ûn hat û tê wer bû ………..
Şubhetî Îsayê kurrê Miryeme
Ya Melik fexredîn te vêrra kirî kereme
Ji ’erda firrî ço sema ……..
Şêro xwedanê wirarê
Ku bi wanrra bû wê carê
Cara li mixarê ...........
Kafa Behzanê ye kevne
Pîrkê lê çêrandibû tevne
Li xasa saye
Li xafila tarî û şevne ............
Te kêşa dûlifiqarê
U te teslîmkire wê carê
Tû bi sultan Şîxadîrra rabûy roja fî li hekarê .............
Sultan Şîxadî rabû li kefayê
Li serê sefayê
Sedeq durra ’eyin li beyzayê ..............
Şîxadî û şik tê ne
Gelek kore wê di heyin
Ewan hajî rrê ne
Ew her di bêjin we nîne ............
Ewan ne dizanî
Ewe û her ewe
Nevexwarine û ne xewe
Şehde û îmanêt min bi navê Xwedê Tawisî melek dîn rrewe .................
Şehdeya wane
Herfeke li nav qur’ana
Tefsîl naken çu nezane .................
Herfeke bê tefsîle
Xelkê ’êrifî zane yî jîre
Ew jî dê bêjin :
Ya Melik fexredîn me neke ji bîre ................
Ya Melik fexredîn xelkê zana yî jîr bi te dikir qeste
Çîya û banî û berrî û behir û beste
Te nijyar kiribû bi herdû deste .................
Me dil bi kulin birîn cotin
Û me’nîyêt kûr na êne gotin
Dil û hinavêt min bo derwêşîyê sotin ………….
Derwêşekim aqilê minî kême
Aşê muhbetê bi min yî dême
Ezîzê min dewlet nahêlite ez bêmê ……………
Piştî xwe li dar bidem
Sedqê serê xwendkar bikem
Dê li benyekê xwe pisyar bikem ...................
Piştî xwe dar bi dey
Sidqê serê xwendkar bi key
Dê li benyekê xwe pisyar bi key ....................
Muhsinekî ya munisî
Melik fexredîn em benyêt teyin em di naqisîn
Bi nav û dikarêt te em di xalisîn .................
Naqis key çêrra
Xeberek wa hey binya wê xeberê zêrre
Wan cindîya ser milêt xwe gêrra
Yê daymen mu’amileta wî ye bi xwedêrra ............
Ji qewlê Şêx mendê fexrane
Raste malê mêra îmane
Em di kêmîn û Xwedê temame ................
Ev qewle min li 21 meha 12 li sala 2006 li bajarrê OLDINBURG ji zarê qewilbêjê gencê hêja û qedirgiran MERWAN BABIRI daye nivîsîn , sopasya wî dikem .................................................
BEDEL FEQIR HECI