Azad Kurdo
06-01-2007, 17:20
Cejna Bêlindê li tevaya êzidiyan pîroz be
Azad Kurdo
Ev cejin dikeve roja Înê 05.01.2007, ev cejin weke tevaya cejnên êzidiyan girêday rewşa xwezayê ye ango ev cejin li dawiya werzê çandinê wate li bin axkirina tovê dexl û danî têgêran. Tê zanîn rêwresmên vê cejnê vedigerin serdemê ku mirovan candinî naskirî û li gorî çavkaniyên dîrokî someriyan û Babliyan ev cejin hebû û bi hêviyek mezin pîrozdikirin wate li gorî bîrûbawerên wan ew dendika dexil û danê ku hatî bin axkirin, xwe gorî jiyanek nû dike lewre pêwîstî bi pîrozî rêzlênanek taybet heye, heyanî îro jî li cem êzidiyan rêwresmên vê cejna bi hezarên sala kevin tên gêran, li hêvara cejnê her malek nanê sewik di pêjin û bi xêra miriyên xwe li gundiyan belav dikin û qesta goristana gundî dikin û li wêderê xiwarinê dixwen, piştî roj diçe berava her malek xwe ji agir helkirinê re amade dike û li benda cotkarê xwe dimîne her çaxê cotkar ji ser zeviyê vegeriya û gihişt ber devê deriyê mala xwe agir tê vêxistin cotkar tevî dewarên xwe, yan vêgavê jî Traktora xwe di ser wî agirî re derbas dibin û bi tilîlî û şahî şrînî di ser re tê havêtin û ev rêwresim ji malekê diçe ber deriyê maleka dî, piştî vê rêwresmê her malek naneka ku li rojekê berê, ango li roja çarşemê patî û mêwîjek xistî dinêv de li ser pişta kesekî ji malê pirt pirt dikin û li ser endamên xêzanê tê dabeşkirin û her kesê mêwij di para wî de derket wate wê salê xelatê wî ji yên dî pitire.Xwarina keşk û kişama taşta vê cejnê ye
Azad Kurdo.
http://www.lalish.de/modules.php?name=News&file=article&sid=339