PDA

View Full Version : HECÎYÊ CINDÎ - 100 --Esker Boyik


bahzani
23-01-2008, 00:22
HECÎYÊ CINDÎ - 100

/ 1908 – 1990 /


Wextê mirov li pala çîyakî dijî, li nav qûç û newal, gelî, mêrg, zozanê wî digere (îlahî xortanîyê da), tê bêjî bilindayî, reng û rewşê wî ewqas navîne. Her tişt jê ra sade û xezayî tên xuyakirin. Bi bêxemî li ber xisûsya, nexş û nîgara ra derbaz dibe, gelek tiştî jî navîne.

Lê gava ji çîyayê xwe dûr dikeve, di nava deşt û quçên xerîb da li pey xwe dinhêre, nû bilindaya çîyê, bedewiya mêrg-çîman, gelî-gebozê wî, tem û zelaliyê avên kaniyê sar, xweşî û başyên zozanê xwe texmîn dike... Bîra wan dike û tê derdixe, ku ew jî pirtîk ji wî axê ye...


Ez vî warê xerîb rûniştime, pey xwe dinhêrim û nû texmîn dikim, ku ez di nava malbatek rewşenbîraye çawan da mezin bûme: Kê bûne mamostayên min? Min pismamtî, hogirî û hevaltî bi kê ra kirye?

Ez bi navê wan xwe kubar û serbilind dibînim: Erebê ŞEMO, Hecîyê CINDÎ, Emînê EVDAL, Qanatê KURDO, Şekroyê Xudo, Şikoyê HESEN, Fêrîkê ÛSIV, Casimê CELÎL, Qaçaxê MIRAD, Nado MAXMÛDOV, SEMEND SYABENDOV, Mîkayêlê REŞÎT, Elîyê EBDILREHMAN, Sehîdê ÎBO, Ûsivê BEKO...


Nav pir in, bîranîn kûr, dûr û şîrin. Min tek navê hinek remetîya da. Her yek bilindayîk, maqûlek, şîrhelal û karkirê kûltûra gelê xwe...


Eger Kurdê Ermenîstanê, Gurcistanê, rêspûblîkayên Asya Navîn û parek ji yê Azêrbaycanê nehelyane, mane, ziman, çand, deba kal-bava bîr nekirine, di wî warî da emekê van rewşenbîrên me pir e.





Ez ked û emekê rewşenbîrên Kurdên Ermenistanê yên din nimz nakim, lê bi heqî Hecyê Cindî malxê wê mala rengîn bû, alîkar, şêwrdar, xemxur û rêvaberê tevan bû.


Hecîyê Cindî wek zanyar, nivîskar, folklorzan, ronakbir navekî pir eyan û gewre bû ne ku tenê di rewşenbîrya Kurdên welatê Sovyêtê, lê di nav rewşenbîrya temamya gelê Kurd û Kurdistanê da.

Dîroka çanda Kurdên Sovyêta berê, xazma ya Kerdên Ermenisranê di nav dîroka gelê Kurd ya hezera sala da, bûyareke geş, biriqandineke ronkayê bû. Sala 1920 girtî heta hilwesina welatê Sovyêtê kar û baren Kurden Ermenîstanê yên kûtûrî, çadî, zanestî di werê kurdeyatyê da, (axaftinên radyoya Erêvanê bi zimanê Kurdî, weşendina rojnema Rîya Teze, weşena bi hezara pirtûkên edebî, zanestî, zimanzanî, dîrokî, perwerda zarokan bi zimanê dê û gelek destketinên mayîn) ji gelê Kurdî bin zulm û zora dagerkiran ra bû bîr û bawarîya xeparastinê, çira hêvya heyîtyê û azadyê.

Ne ku tenê di nava wê malbeta rewşenbîrî, lê ya temamya Kurdî da, dijwer meriv karibe şexsyetekî usa gewre bibîne, ku emekekî ewqas mezin kiribe di nav karê pêşdabirina çanda kurdî da çiqas profêsr Hecyê Cindî.

Ew rewşenbîrekî welathiz bû, xerîbdost, xweyê kûltûr û edeba bilind.

Kurdeyetî, xwenaskirin û xweyîkirna nirxên miletyê rênîşa jîyana wî ya sereke bûn.

Ronakbirên usaye gewre dîroka gelan da li ser tilya tên hesbkirin.

Yekîtya Sovyêtê da ew Kurdê ewlin bû, kû dereca doktorê zanestyê stend.

Meydana çand û emirjîyana Kurda û kurdzanya weletê Sovyêtê da bawarkî tu tişt bêyî Hecîyê Cindî nehatye kirin. Her wara da nav û karê wî berbiçav dikevin.

Nava folkilorzanya Sovyêtê da ew wek “ Bavê zargotina kurda” dihat naskirin.

Di nav jîyana xwe ya dirêj da wî karekî ronakbîrîyî usa mezin kir, ku qewata merivê normal der e.

Ew xudane bi sedan pirtûkên kurdzanyê, zargotinê, pêdagogyê, edebyê, dersa bû. Romana wî ya giranbiha HEWARÎ ji romanên edebyeta Kurdî ewlin e, bi deha zimana hatye wergerandin, destanîneke edebyeta kurdî ye. 400 zêdetir gotar û xebatên wî yên zanyarî kovar û pirrtûkên cuda da bi kurdî, ermenî, rûsî û gelek zimanên din hatine weşendin.

Hê xortanya xwe da, sala 1936 tev Emînê Evdal ewî FOLKLORA KURMANCA weşand. Ev berevoka giranbiha ( 610) rûpel çevkanîke zargotina Kurdaye nemirye û çiqas diçe qîmetê wê bilintir dibe

Hecîyê Cindî 30 şaxên destana KER Û KULIK,172 kilamên bengîtyê, 41 ê govendê, 66 ê seva zarokan, 11kilamê Evdalê Zeynikê, gelek şaxên destanên MEM û ZÎN, DIMDIM, ZEMBÎLFROŞ, XECÊ Û SYABEND, MEMÊ Û EYŞÊ, DEWRÊŞÊ EVDÎ, KOROXLÎ, ROSTEMÎ ZAL û gelekên din ji nav gel berev kirye, weşandye.

Berevoka wî ya “Meselok û xeberokên cimeta kurda” 880 rûpe e, xebateke zargotinêye fundamental e giranbihaye.

Lêkolînên giranbiha û fundamental in li ser destanên KER Û KULIKÊ SILÊMANÊ SILÎVÎ, KOROXLÎ, ROSTEMÎ ZAL, derheqa dengbêjya kurdî da û derecên zargotinêye din.

Kurden Sovyêtê bi ELFEBA û kitêbên wî yên dersa mezin bûne.

Ew e xudanê ELFEBA kurdîye kirîlî.

Bi tercma wî çend berevok ji nivîskarên cihanêye gewre bi kurdî hatine weşandin.

Jîyana wî Kurdzanê mezin efseneke nenivîsî ye.

Îsal temam dibé 100 salya ji dayîkbûna wî nivîsar û folklorzanê Kurdî bi nav û deng.

Zanyarê gewre pir ji Kurdistana xwe hiz dikir, xerîbyê da di xewna wî azaya Welatê wî bû…




***


Ew havîna timê dihate gundên meye pala çîyayê Elegezê, ji devê kal-pîra, çîrokbêja, zana zargotin dinivîsîn. Dema ew dihat, caw di nav gel da bela dibû, digotin Hecîyê Cindî hatîye. Em zarok, tomî li ser hev dibûn û me ji dûr va lê mêze dikir. ELFEBA ku em dibistanê da pê hîn dibûn, wî nivîsî bû.

Gel pir hiş lê dikir, qedirê wî zanibûn. Gişka bi serbilindî û kubarî cem gelê cînar navê wî didan.


Sala 1961-ê, wexta ez li bajarê Yêrêvanê ketime xwendina bilind, rojeke payîzê, min devtera xwe ya helbesta hilda, çûme Akadêmya Ermenistanê ya Zanyaryê, cem Hecîyê Cindî.


Ew rasthatin qet ji bîra min naçe.

Naha dilê min davêje, şerm dikim, gavekê pêş da diçim, gaveke paş da. Ha dixwazim paş da vegerim, çûyîna xwe ji rojeke din ra bihêlim, ha jî difikirim: "Vê rojê çêtir tûne."

Xulese, ha min culet da xwe, ha poşman bûm, gîhîştim ber derê oda wî. Wî çaxî ew serokê Sêksîya Nivîskarê Kurda bû rex Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê û Beşa Rohilatzaniyê ya Akadêmiya Ermenîstanê da serokê koma Kurdzaniyê bû.

Ez li ber derê oda wî sekinîme, şerm dikim, dêrî bikutim, herme hundur. Xulese, min derî xist. Ji hundir deng hat: "Mitêk!" (Yanê warne hundur).


Min derî vekir. Di odê da ew tenê bû. Bi beşereke xweş li min nêhêrî.

- Tu Kurd î?

Min serê xwe hejand.

- De pêş da warê, şerm neke! Ware li ser vî kursî rûnê.

Ez li ser kursiyê ku wî nîşan dabû, rûniştim. Min xwe da naskirin.

- Erê, erê tu ew xortê Belî yî ji Qundexsazê. Ez te, seva xwendina bilind pîroz dikim... Qundexsaz, -ewî navê gundê me wekiland, demeke kete nava mitala,- gundê we da 30 sal berê min dersdarî kirye. Kurmacîya gundê we xweş e... Wura min him dersê zimanê kurmancî dida zarokê gund, him jî ji wan hînî kurmancî dibûm... Wextekî dijwar bû... Lê heta naha çima nayêyî xanê, pismam! Xwendekarê me gişk tên-diçin. Ji min ra gotin yekî Qundexsazê jî Înstîtûtê hatiye hildan... Bela dibûrîne, ha!

Min tê derxist, wekî ew îdî derheqa min da zane.


Guhê ronakbîrên me li ser her qewimandinekê bû, ku jîyana gel da dibû. Wana qîmetekî mezin didan xwendin û pêşdaçûyînê. Hersal çi ji destê wan dahat dikirin, wekî ji cîwanê Kurd gelek zanîngehê Ermenîstanê da qebûlbin. Diçûne cem dersbêj, profêsor û serokên zanîngeha, navçîtî dikirin; ji wan hîvî dikirin, dostaniya xwe wan ra didane kêranînê... Pey êntîyamê qebûlbûnê, îdî Yêrêvanê da civaka Kurda teva zanibûn çend xort û keç ketine xwendina bilind.


Dest pê kir hinek xweşî û laqirdî derheqa qebîla Bela û gundê me da gilî kir. Em tev kêfxweş bûn. Ji berbirbûna wî, min jî bîra kir, ku eva Hecîyê Cindî ye, nivîskar û zanyarekî mezin e. Pê ra ketime xeberdanê...


-Usan e tu nebîyê serokê êla Heseniya Ûsiv Begê yî. Tu zanî xwendîyê ewil li nava Kurdên meye Ezdîyên Ermenistanê da kalkê te bûye. Paşê bû endamê parlamênta dewleta Ermenistanê. Bavê wî: Hesen Axa serokê Êzdîyên Ûrisêtê bû. Cara ewil ewî lawê xwe şande xwendinê û wî edetê bêkêr, ku digotin: "Xwendin ji Êzdîyan ra heram e" ji nava gel rakir. Bi navçîtiya wî, sala 1900-î dewleta Ûris li sê gundên me, Êzdiyên Kurd da (Zor, Qundexsaz, Bacelû) mektebên zimanê ûrisî vekirin û hukumî li ser xelqê kir, ku zarokê xwe bişîninne mektebê.





<LI>



Rast bêjim min

ew melûmetî nû dibihîstin. Ez seva gilîkî din çûbûm, lê ewî serecema axaftinê usa guhestibû, ku min nizanbû çawa mena hatina xwe jê ra bigota. Waxt jî derbaz dibû... Ewî jî derheqa gundê me, mala kalkê min da digot, ha digot. "Heyran eva evqas tişt ji ku z

ane, -ez difikirîm û min qirar kir mena hatina xwe ji rojeke din ra bihêlim, xatirê xwe jê bixwazim, herim. Min ew pir mijûl kir, şerm e."




Ew bû ezê rabûma, nişkêva navbirî da axaftina xwe û pirsî:



- Em ketine xeberdanê, min nepirsî xwendina te çawan e?

&Ccedil;

awa cî bûyî? Em çi dikarin alî te bikin?



Min razîbûna xwe got û devtera helbestên xwe nîşan dayê.



- Ha, şiêra jî dinivîsî? -devter ji destê min girt. Demekê lê nihêrî û got,- hela evê bixwîne.



Min xwend.



- Ya peyê ra jî...



Min 6-7 helbestê biçûk jê ra xw

endin.



- Na, nivîsarê te da pirîsk hene, -got,- he´vtîya tê, li mala nivîskarên Ermenîstanê êvarîya me heye. Tu jî ware, him tê nivîskaran nas bikî, him jî li wir şiêrekê-duda bixwîne. &Ccedil;ika şayîrê me çi dibêjin.



Usa ez ketime nava refê wan maqûla.




Ji wê

rojê heta sala 1990-î, wextê çû ser dilovaniya xwe, 30 salî, bawerkî hevtê tunebû ez rastî wî maqûlî nehatama.

B

î

ranînê pir xweş bi wî va girêdayî ne. Ne ku ez tenê, guhê wî li ser rewşenbîrê me ye wê demê teva bû.

Bi destanînê me va kêfxweş dibû, tengasi

ya da digîhîşte me.




Di mala xwe da jî, alîyê xweyîkirina ziman, erf-edet, rabûn-rûniştandinên miletiyê da nimûne bû. Wextê diçûyî mala wî, teyê bigota ketî maleke eşîrê ya qedîmî...



Keda wî pir e. Ez pir tiştî jê hîn bûm. Xweyê merîfeta bilind bû.



* * *



H

ecîyê Cindî Cewarî, sala 1908-a li Qeza Qersê, gundê Emençayîrê ji dayka xwe bûye. Wê demê Qers di bin bandora dewleta Rûs da bû.




Sala 1914-a dest bi şerê Cihanê yê Ewlîn dibe. Cîhan li hev dikeve. Dewleta Osmanîyê berê devê şûrê xwe dide gelê &Ecirc;rmenî.



Kur

d

ê

&Ecirc;zdî ra jî rojên reş tên. Rûsyayê da jî dest bi Şoreşa Oktobrê dibe. Leşker û qewatên Rûsa dikşin, diçin. Ew war dimîne devê "Roma reş" da. Leşkerê Osmanî û Alayên Hemîdiyê mîna peranya gura dadikutine heremê. Dewleta Tirk Kurdên musulman û &Ecirc;zdî yên wê

heremê jî radikin dijî hev. &Ecirc;zîdîyê Wanê, Surmelîyê, Qersê, gund, mal û milkê xwe dihêlin, ber bi Ermenistanê direvin. Mala bavê Hecîyê Cindî jî direvine Ermenistanê, gundên navça Elegezê. Ji xelayê, nexweşiya, zulm û qana Tirka qira evda tê. Ji şeş nefe

r

ê

mala bavê Hecî, tek ew û birayê xwe dimînin. Ew jî sala 1919-a dikevin sêwîxana Amêrîkayê, ya li bajarê Alêksandirapolê (Gumrî).




Di sêwîxanê da gelek telî-tengîya divîne, heta zimanê dîya xwe jî unda dike. NIvîskar, derheqa wan sala û rasthatIna xwe bi

ulmdarê mezIn Qanatê Kurdo, ku wê demê ew jî sêwîkî mîna wî bû, usa dinivîse:




"Sala 1926-a ez ji paytextê Gurcistanê, ji Tiflîsê vedigerîyame Ermenistanê; êtîmxana bajarê Lênînakanê, li kîderê dimam. Apê min Têlîyê Esed, ku îdî li bajarê Tiflîsê dima, ez

verêdikirim. Li îstasyonê, hema pêiberî me nişkêva dengekî wa bihîst: ´Oro, ro-ryo, - hinekî ji me wêdatir yekî soltemizkir, li kincêd mine ne êd cî dinhêrî û dikir, ku bi min ra xeberde. Bextê xirab, îdî ew çend sal bûn min kurmancî ji bîr kirbû, nizanbû

bi pakî xeberda. Gava, ku min dengê xwe nekir, ewî bi laqirdî çend xeberê dinê got&iacute;n, çika çira ´xwe nagirim´ pê ra xeberdim. Apê min wê demê ha-hanga nêzîkî wî bû, çiqas min tê derxist gotê, wekî ´kurmancî nikare xeberde.´ Hêja wî zilamî halê min fem kir

.. Wê le´zê me bi teherekî nasya xwe da hevdu. Ez pê hesyam, wekî navê wî Qanat e, di mekteba Apo da (Hakob Xazaryan) dixwîne û pê ra jî tê wê derê sola temiz dike, ku çend kapêka qezenc bike. Wî çaxî te digot me herdu cahila halê hevdu fem kir û wextê xat

irxwestin, rêketinê, qe nizam çawa bû em rabûn çûne dest û rûyê hevdu..."




B

ê

guman nabe, dixwîne, gelek ronakbîrên Ermeniyaye paşwextiyê ra, ku ew jî mîna wî sêwîxanê da bûn, dibe nas, hevaltiyê dike û qirar dike xwe pêşkêşî pêşdaçûyîn û çanda gelê xwe bik

e. Bona mîaserkirina wan merema xwe pêwîst dibîne zimanê xweyî dê carke din hînbe.




Sala 1929-30 li gundên Qundexsaz û Elegezê dersdariyê dike. Wextekî kin da hînî zimanê kurdî dibe. Paşwextiyê em tev şede bûn, ku zimanê wî çiqas delal û xweş bû.




W

ê

demê

Yekitîya Sovyêtê hewl dida xwe, ku li welêt da problêmên paşdamayînê, nexwendîtiyê da gavên girîng bavêje; wan çareser bike. Li Ermenistanê xebatên girîng di nava Kurda da jî dahatine kirin. Li gunda teva da mekteb vebûbûn, bajarê Yêrêvanê da Têxnîkûma Kur

daye dersdarhazirkirnê vebû, dest bi weşana rojnama R&Icirc;YA TEZE û axaftina radyoya Yêrêvanê yên bi zimanê kurdî bûn. Gerekê bê gotin ew kar li cîyê vala pêk dahat. Kurdên jêhatî, xwendî pir kêm bûn. Gel halê koçeriyê û nîvkoçeriyê da bû; haj çand û kûltûra x

we jî tunebûn. Vê pirsê da dostên Kurdan, ewladên gelê Ermenîya pir alîkarî dan.




Sala 1930-31- Hecîyê Cindî, di têxnîkomê da dersê zimanê kurdî dide, rojnama R&Icirc;YA TEZE da serokîya beşê çandî dike, tevî kevaniya xwe, Zeyneva &Icirc;bo usa jî radyoya Yêrêvanê da

xeberbêjiyê dike.




Ewladê gelî hêja tê derdixist, ku eger paşwextiyê da karibe kêrî pêşdaçûyîna çand û kûltûra gelê xwe bibe, pêwîst e zanebûnên kûr. Sala 1933-a ji bo xwendina doktoriyê dikeve Aspîrantûrayê; beşa lêkolîna zargotinê dibijêre û temamya jîya

na xwe pêşkêşî beravkirin, çapkirin û lêkolînkirna wê ye zanyariyê dike.




Saya rûnermî, xebathizî û zanebûnê piralî li nava dinya Ermenistanê, ya zanyariyê da tê naskirin. Hema wê salê jî dibe endam û hîmdarekî Yekîtiya Nivîskarên wê Rêspûblîkayê. Salek pe

y ra li bajarê Moskvayê kongrêya Nivîskarên Sovyêtê derbaz dibe. Ew bûyareke mezin bû nava jîyana wî welatî da. Nivîskarê dinêeyan tevî kongrê dibûn. Hecîyê Cindî jî tevî çend nivîskarên Ermenî ya bi nav û deng diçe kongrê. Li wir rastî gelek nivîskaran t

ê

, bi geleka ra dibe nas. 30 salî zêdetir ew endamê serokatiya Yekîtiya Nivîskarên Ermenîstanê bû, serokê beşa nivîskarên Kurd.




Sala 1937-a Yekîtiya Sovyêtê da dest bi rojên giran, zulm û rêprêsîya bûn. şipûka Stalînîzmê serê bi mîlyona evdên bê sûc xwar.

Neqenca ra meydan vebû. Hebs û lagêr tije girtî bûn. Evdên am-tam dihatine girtin, gulekirin, zar-zêça va unda dibûn. Sîbîra sar bi seda, hezar evda ra bû goristan. Kurd jî bêpar neman; hatine girtin, sirgûnkirin, gelek bê ser-berate çûn, unda bûn, venege

ryan. Gelek rewşenbîrên Kurd, yê wê demê jî ketin devê wan rêprêsyan.




Destpêka sala 1937-a di rojnama KOM&Ucirc;N&Icirc;ST da miqalek çap bû. Sernivîsa wê bû "Cesûsa ji Yekîtiya Nivîskaran raqetînin". Li wur da derheqa Hecîyê Cindî da jî dihate gotin. &Ccedil;endekî şûnda w

î

jî ji kar derdixin û 18-ê Adara sala 1937-a dikine hebsê.




Ew dihate gunekarkirin bona bîr û baweriyê miletçîtiyê, bona ku Xalit Celîl Zade, yê "kontrrêvolûsyonêr" di mala xwe da xweyî kiribû û xebatê cî kiribû (Xalit Celîl Zadê Kurdê musulman bû, ji zul

ma Tirkan revyabû Ermenistanê), boy piştgirtina Erebê Şemo yê "kontrrêvolûsyonêr", boy namê wî tevî Celadêt Bedirxan hene (Heyf, ku ew name hema wê salê hatine şewitandin), ji boy, ku ew serokatiyê &Ecirc;zdîyan dike dijî Yekîtiya Sovyêtê û şer-şiltaxên din.




Sa

lekê di hebsê da dimîne û bi piştgirtina hinek rewşenbîrên Ermenî tê efûkirin. Pey efûkirinê ra jî demeke dirêj kar nadinê. Bi navçîtiya nivîskarê mezin yê Rûs, Alêksandir Fadêyêv, hildidine xebatê.




Sala 1940-î Hecîyê Cindî, dîsêrtasîya doktoryê ya ewlîn,

bi têma "Ker û Kulikê Silêmanê Silîvî" xweyî dike.




Ji pey salên rêprêsya ra temamya ocaxên çand û kûltûra kurdî, ku di Ermenistanê da hatibûn damezirandin, têne dadan. Kar û bar nîvcî dimînin. Xebatkarê wan ji hev bela dibin. Ronakbîrê hêja bêguman nabe,

kar-barê xwe, bi hêvya rojên ron berdewan dike.




Miqala xweye derheqa Hecîyê Cindî da prof. Şekroyê Xudo wa dinivîse: "Di vê dema giran da Hecîyê Cindî xebata xwe, ya zanyariyê û lîtêratûryê va bû berbînî, taqet bona çanda me, xwe da ber giranya mezin, w

ekî ocaxên çanda me netemirin, bigîhîjne rojên fireh".




Sala 1941-e hukumata Ermenîstanê bi spartina hukumata merkeziyê qirar kir ku Elfabeya Kurdaye Latînî biguhezin ser hîmê girafîka Kirîlî. Ew kar sipartin Hecîyê Cindî. Wextekî kin da wî ew kar pêk anî

û

Elfabeya nû aliyê hukumatê da hate qebûlbûn. ELIFBA nû bi tîpê Kirîlî seva dibistanê gundê Kurda hazir kir û sala 1946-a da çapkirnê. Bi vê El&Icirc;fbê, ku heta naha deh cara çap bûye, ne ku tenê zarokê Kurdê Ermenîstanê, lê usa jî yê Gurcistanê, rêspûblîkayê

n Asîya Navîn xwendin û hînî nivîsandina zimanê dayîkê bûn.




N

î

vê salên 50-î di Ermenîstanê da dîsa rojên xweş seva pêşdaçûyîna çand û kûltûra Kurda hatin. Dîsa dest bi çapkirina rojnama R&Icirc;YA TEZE, axaftinên Radyoya Yêrêvanêye herrojî bûn. Têxnîkûma Kurda

ye dersdar hazirkirnê vebû. Hecîyê Cindî tevî karê xweyî hîmlî barê van ocaxa jî hilgirt. "Gava sala 1955-a R&Icirc;YA TEZE dîsa weşana xwe ji pey navbira devedevî du desala ra berdewam kir. Hecîyê Cindî tevî hogirê xwe, êtnograf û nivîskarê Kurd Emînê

Evdal dersdariya me, xebatçîyên R&Icirc;YA TEZE kirin; wekî em zanebûna xwe ya zimanê kurdî kûr bikin..." -katibê rojnamêyî wê demêyî cawdar prof. Şekroyê Xudo bîr tîne.




Sala 1959-a di Akadêmiya Ermenîstanêye zanistîyê da Beşa Rohilatzaniyê tê damezirandin. Li wir Hecîyê Cindî 8 sala serokatiyê Koma Kurdzaniyê dike. Akadêmiya Ermenîstanê jî ji bo emekê wî yê mezin dereca Kurdzaniyê da û zanebûnên piralî bêyî xweyîkirna d

î

sêrtasyayê navê Doktorê Zanyarya fîlologîyê didne wî. Zûtirekê navê profêsoriyê jî distîne. Salê 1968-74-a di Fakûltêta Rohilatzaniyê da ya Unîvêrsîtêta Yêrêvanê ya dewletê demekê beşê Kurdzaniyê vebû. Profêsor Hecîyê Cindî li wur lêksîya zman û edebyeta

Kurda dixwend.




Profêsor Hecîyê Cindî, temamya jîyana xwe pêşkêşî folklora gelê xwe kir. Bi hezara nimûnê wê berev kir; ji undabûnê xilaz kir, derheqa pirsgirêkên wê ye tevliheve-ne eyan da lêkolîn û îzgeriyê giranbaha ji me ra hîşt. Sala 1936-a wî û Emînê

Evdal FOLKLORA KURMANCA çap kirin. Eva berevoka çavkanîke zargotina Kurdaye nemirîye û çiqas diçe qîmetê wê bilindtir dibe. Eva berevoka, hela dema Komara Mahabadê aliyê Qazî Mehmed da bilind hatye qîmetkirin.




Folklorzanê eyan bi 5 cildan hikyatê gel (sa

l

ê

cuda), berevoka MESELE &Ucirc; XEBEROK&Ecirc;N CIMETA KURDA, ku 800 rûpel e (sala 1985-a) ne&AElig;ir kir. Lêkolînê wî ye giranbiha derheqa êposa Dimdimê, tevgirêdanên afrandinên Şêkispîr biryarên folklora Kurda ra, varyantên /şaxên/, Rostemî Zal û Koroxlî li nav zargoti

na Kurda da, mêtodolojîya çêbûna stran, efsane, çîrokên mêraniyê, şîn û şayê û hwd...




Hecîyê Cindî xebatên berbiçav kirye di dereca zmanzaniya Kurdî da, usa jî gelek helbest û kurteçîrok nivîsîne.




Wextê mirov kirina folklorzanê mezin ra dibe nas, ecêvmay

î

dimîne, ku mirovekî çawa karibûye mîrateke ewqas mezin pey xwe bêhêle:



- 15 kitêbên folklorzaniyê û edebyatzaniyê;



- 12 berevokên zargotinê;



- 7 kitêbên zanistiyê yê pêdagogiyê;



- 33 kitêbên dersa;



-19 berevokên tercema;



- Romana HEWAR&Icirc;... (kurdî, ermenî

, ûrisî)




Kar û barên wî ji alîyê Yekîtiya Sovyêtê û hukumata Ermenîstanê bi layîqî hatin qîmetkirin. Ew hêjayî navê Şuxulbanê Zanestiyê yê Emekdar bû, kîjan didane zanyarên mezine bi nav û deng. Usa jî bi gelek ordên û mêdala va hatye rewakirin. Lê qî

metê mezin ew hurmet û nav e, ku wî dilê gelê xwe da hîştiye.





* *




HEWAR&Icirc; kul û jana gelê Kurd e, êşa bi dewr û zemana. Bi jîyana êlekê nivîskar temamya nakokî û problêmên nava gel da, sebebên bêtifaqî, bindestî û hejariya wî tîne holê û li ber xwendevana

radixe.




Roman li ser qewimandinên bûyî hatiye nivîsar. Nevs û nîgarên romanê tev jî mirovên eslî ne, qewm-pismamên nivîskar in. Ew bûyêr çawa derbas bûne, ça qewîmîne û çawa hebûne, usa jî bê zêdekirin, reng û awazên zêde rokirye ser kaxêz. Wî, mîna çîro

kbêjekî odan, bi zimanekî delal, di derheqa kal-bavên xwe; êla Sîpka da gilî kirye. Heta navê evda, cî û wara, sal û dem jî neguhestîye. Mirov bê şa&AElig;şî wê romanê dikare hesav bike dîroka Kurdên &Ecirc;zîdî, yên êla Sîpka, di dema nîvê sedsaliya 19-an heta nîvê

sedsaliya 20-î.




Bi nûçekê derheqa şoreşgerekî Şoreşa Oktobrê, yê eslê xwe Kurd, Fêrîk Polatbêkov da roman dest pê dibe.*




F

ê

rîk, dema Şoreşa Oktobrê &Ucirc;risêtê, li herema Sîbîrê bê ser û berate unda dibe. Xwîşka wî, Nûrê Polatbêkova û xizmê wî derheqê da tu

tiştî nizanin. Pey gelek salan ra serokatiya rêspûblîka Ermenîstanê namekê ji Rûsyayê distîne. Nivîskarê namê, hevalê Fêrîkî berê, nivîskarekî Rûs e; hêvî dike derheqa kal-bav, qewm, gund û warên şoreşgerê mezin da melûmetiya jê ra bişînin.




Nivîskar wê ca

w

ê

dike firêta romanê û dîroka kal-bavên Polatbêkov ya êla Sîpka li ber xwendevana vedike.




Sedsaliya derbazbûyî da êla Sîpka, ku eslê nivîskar jî jê tê, dibe du parçe. Malmezina wan, malbata axa perçekî va diqulibin ser ola Musulmanyê, xwe dispêrin dewlet

a Osmaniyê û bi hêlandayîna dewletê, bira-pismamê xwe ye ser ola kevn têne xezevê. Dest bi neheqiyê, zulmê û tiragêdîya êlê dibe. Qewm-pismam hev temûl nakin, dikevin qirka hev, dibine neyar. Yên ku berê şîn û şayê hev bûn, xal-xwarzî, ap-birazî bûn, keçê

wan malê hev da bûn, serê xwe li ber hevda didan, nanê hev heram dikin, heta xêra bavê hev jî naxwin, dibine "dîn dijmin"... Gilî digîhîje qirkirinê. Tev leşkerê Osmaniyê, bi serokatiya mala axê êrîşê dibine ser &Ecirc;zdîyên Sîpkî, ku qirkin. Jinek diçe pêşiya

wan laçka serê xwe vedike davêje ber pîyê wan. Xîreta miletiyê dilê axê da şîyar dibe, gura zapitê Osmaniyê nake, ji xwestina xwe poşman dibe.




&Ecirc;

zîdîyên Sîpkî dinhêrin îdî wura jîyan nabe, boy parastina ol û heyîtiya xwe, bi zehmet direvin wî warê Qersê, ku bin hukumê dewleta Rûs da bû. Wura ji xwe ra gunda şên dikin, dijîn.




Dewleta Rris alîyê hinek xalên heqê îsaniyê da ji dewleta Osmaniyê pêşd

atir û dêmokratîtir bû. Wura zulma li ser evda ya seva dîn-meshefa, miletyê û ziman tunebû. Her kesî karibû aza, serbest ola xwe bihebanda, eyd-erefatên xwe derbazkira. Ev qewlana, bi heqî jî &Ecirc;zdîyan ra xilazbûn bûn.




L

ê

vira jî zordarî û neheqiya çînovnîk

-quluxçîyên dewletê, axa û begên Kurdan li ser xelqê sade kêm nîbû. Vira jî ruşet, talan, dizî û xiravî hebûn.




Dewleta Rûs mala Emerîkê Polat dike malmezina wan, Elîyê lawê Emerîkê jî dike axê wê êlê, pêra jî quluxçîyê dewletê. Egît axayê birayê Elî axê,

keçeke dergîstî bi destê zorê direvîne. Dema revandinê xwîşka keçikê tê kuştin. Seva wî sûcî Egît û du hevalên wî sirgûnî Sîbîrê dikin. Hevalek wur ji qewlên sirgûniyê û serma Sîbîrê dimire. Halê Egît axê jî giran dibe, mecbûr dibe qewlên &Ecirc;zîdîtyê biteribî

ne û jineke Rûs ra bizewice. Du law û keçek wan ra dibin: Fêrîk, Baso û Nûrê. Egît axa jin û zarokê xwe va vedigere gundê xwe, Dîgorê. Civaka &Ecirc;zdîyan jinika xaçparêz qebûl nakin. Jinik zarokên xwe hildide carke din paşda diçe. Wura dê û zarok dikevne halê

xirav. Egît axa dizewice. Namê ji Fêrîk distîne, ku dîya wan mirye, zarok bêxweyî mane. Egît diçe Nûrê û Baso tîne. Fêrîk, çimku xwendinê da bûye, wura dimîne. Ew jî havîna tê cem bavê, paşê diçe xwendinê.




Dest bi şerê Hemdinyayêyî Ewlin û Şoreşên Rûsyayê

dibin. Qewatên Rûsan ji heremê dikşin, diçin.Ew dimînin devê leşkerên Roma reş û alayên Hemîdiyan da. Rojên reş tên. &Ecirc;zdî dîsa cîşihitî dibin, direvne Ermenîstanê, li gundên êzdîyaye pala çîyayê Elegezê. Rêva qira wan tê. Lê bi revê ew xilaz nabin. Xûnxur

digîhîjne gundên Elegezê. &Ccedil;em bi xûna evda dikşe. Elî axê bi cizaret dikujin. Koka &Ecirc;zdîyan tê. Bi hezaran zarok êtîm dimînin, nava wanda usa jî xudanê vê romanê.




Tava Şoreşa Oktobrê dide Ermenîstanê da jî. &Ecirc;la birîndar dîsa ser xwe da tê, lê Fêrîk Polatb

ê

kovê şoreşger usa jî venagere...







Ev tiragêdîya kal-bavê xwe, ku şedekî wê jî nivîskar bi xwe bûye, bi hostatî tîne li ber çavên xwendevana.




Bi keser derheqa axa, beg, serokeşîrên qure, nezan, qafseqet, erf, edetên gele bêkêre zîyandar û nezanî, xizaniy

a gelê Kurd da dinivîse. Mirov dema pirsgirêkên romanê da hatine bilindkirin dinhêre, tê bêjî yê îroyîn in; dîsa ew neyarê xwînrêj in, dîsa nav Kurda da bêtifaqî, qebîlatî, nakokî, nezanî, dîsa rev û bez, koçberî, penabirî... Romanê da tê gotin, ku xilaziy

a gel tifaq û yekîtŸyê da ne.




Zimanê romanê xweş û gelêrî ye. Bi mesele, metelok, xeberok û stranên gelêrî roman hatiye xemilandin. Her gotinek li cîyê xwe da ne, bêy şirovekirin, şîret, temî û sipartinê zêde, ew jî qîmetê romanê hê bilind dikin. Dîdem, s

ifetê romanê usa rind hatine nîgarkirin, reng û rewş usa baş hatine kişandin tê bêjî wêneyên çîya, gelî, geboz, zozan, guhêr û gundên Kurdan e.



Ev romana delal destanîneke edebyata Kurdê Sovyêtê ye. Pêwîst e her Kurdek wê bixwîne.





24.11.1998