PDA

View Full Version : ÑíÒÇä ÔÎãæÓ:Daristana Qeresiyan


bahzani2
27-04-2008, 16:55
Daristana Qeresiyan

Şêrîn GÊLO

-1 –


Tû xweşik bû mîna biharê

Mîna hêsirê şahiyê

Tû xweşik bû mîna sitêra sibê

Mîna sîwana heyvê

Mîna baranê

Û Hêviyên serê sale



- 2 –


Şêrîn bû hatina te

Mîna hatina berfê

Mîna zayîna zarokekî

Şêrîn bû hatina te

Mîna bihna biharê

Û rengê beybûnên di nav

Kevirên Indîwerê de vedibin




3 –


Min ji te hezkir

Her xewin min pêşa xwe

Mişt stêr dikir û

Di şevên te di bela dikir

Her ramûsan komera Erziwê

Di lêvên min de di bû alav

Himbêza min di bû zevî

Û porê min di bû

Daristana qeresiyan

Bihna te ji xewnê min di fûriya

Û windabûna te di bû rondikek

Dîl di çavê min de di lerizî

Min sawêrên te ji qorzîkên xewna

Didan hev ta di qorzîkên hêviyê

De bikim rastiyek dereng




4 –


Tû xweşik bû

Mîna xewnekê

Û xweş bû

Ew xewna

Gi ti bû