PDA

View Full Version : Hisên ehmed-Derd û tirsên jineke çilsalî..!!


bahzani2
12-07-2008, 09:17
Derd û tirsên jineke çilsalî..!!



Hisên ehmed

Werger:memuzin.info (http://memuzin.info/)




Di wekî ev roja dilsar de,bûkê cilên xwey reş li xwekirin, û pê re perdake reş li ser kêf û kenên xwey dawî dakir,ji her kesî re dilxemîya xwey bê dawî xuya kir,bîranînên spehî û xweş li pê wê bêzarîyê ne hiştin,ne hişt ku wextekê,yan di demek sar de,em bi wan bîranînan germ û kêfxweş bibin.

Weke teyrê tawûs li ser textê xewnên xwe diçû û dihat….wekû dildarek,ku li benda çelengê xwe be,ku rokê ji kûrahîya bilindbûnê jê re were xwar….di hêvîyên xwe de mijûl dibû,ew hêvîyên ku dixwest di jiyana xwe de pêk bîne,hêvîyên ku dixwest di germbûna pîrektîya xwe de palde,lê sawa xwe ji hevdîtinê da xuyakirin.tirsa ku ev hevdîtin,saw û gûmanin dinî ne nas bi xwe re bîne,ta ku carek din ne keve rêke dinî tarî û ne nas.

Ez dihisyam ku kefleftek zor di nava wê de digere,weke pêlên derya hêdî hêdî li bin guhên zinaran dixe,geh jî bi xurtî zinaran ji hev bela dike,dengê van pêlan bi hawar…hawar berbi çûnê ve dihatin xwar,dil ji evîna xwe perçe dikirin.asaya canê wê di warê dawî de tabîr dikirin.

Bi dilgermî dixwest,ku wan qeyd û bendên ku ji mêj de laşê wê hêsîr kiribûn,bi yek carê re bişkîne û veke….!!

Min jê dipirsî ,çima ev bê dengî..?.

Bi gotinin sist,bi dengekî bi tirs li min vegerand:ez di lê nerîna dêmên te yên spehî û çeleng de,di razanek pîroz û bê dawî de diçim..!! wekî şîrmijekî di himbêza te ya şêrîn û şeng de,di nav destên te de xewa xwey dawî dikim.

Gelo ! wê ev paldana min di sînga te de,riya peyv û gotinê ji min re veke..??.

Gelo !hebûna te di jiyana min de,wê êş û birînên minî dijwar derman bike…??

Yan wê min di nav dijwarya pêlên te de,dînûhar û winda bike..??

Min ne dixwest ez gotinên wê bibirim,min nas dikir ku çavên direş ew şahê peyv û gotinên dilin,lêvên sornarîn û nazik wek sergêjiya li ber mirinê bi zor dilivin,…diricifin.

Û careke din,çax û jînê ew di nav ahîn,xem û di libendebûnek din de wer kirin,û bi bê dengîyek giran..giran,bêhneke kûr kişand,û çîroka çilsalîya xwe dîsa dişopand..

ÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜ