PDA

View Full Version : Jasmîna


Saher shamo
19-06-2006, 18:24
sor gula minê lê Jasmîna ger tu nebî min kes nîna
ma nizanî dîtna bejna te xemêt dilê min di revîna


sor gula Jasmîn ji Musilê me bi shadî kustîl kira tlê
rengê wê ji rengê gulê dermanê dila perî Jasmîna


Jasmîna cho Kerkukê gerîya li nava sukê
bxo anî kirasê bukê wê zerîya min Jasmîna



zerîyê Jasmîn û lê lê canê berbu hatin ji Shêkhanê
rengê te ji rengê rîhanê hêvî û omêdêt min Jasmîna


delal Jasmîn û shemamokê dawet gerîya li Duhokê
rengê te ji rengê kevokê xoshî û ne xoshî Jasmîna


cara êkê ez û jasmîna xo bi hevra em chona Zaxo
bi Jasmînê shad bu dilo xem revîna min Jasmîna